Desteya Ciwan û Werzîşê civîna xwe a nîvê salê li dar xist

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Duşemê civîna xwe ya nîvê salê bi amadebûna hevserokatiyên Desteyê û hemû hevserokatiyên desteyên ên kantonan, li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir axivî û rola ciwanan di avakirin û pêşxistina civakê de, û rola bi bandor a Desteyê di piştgiriya ciwanan û sektora werzîşê de li herêmê , tekez kir.

Her wiha raporên nîvsalê yên desteyê hatin xwendin û destkeftiyên herî girîng ên mehên borî û pirsgirêkên heyî hatin nîqaşkirin.

Piştre nerîn û pêşniyarên beşdaran hatin nirxandin, bi armanca pêşxistina planên çalakiyê yên bibandortir ji bo qonaxa bê ku pêdiviyên ciwan û werzîşê bicîh bîne.

Civîn bi hin encamên girîng bi dawî bû ku evin;-Lidarxistina şevbuhirkên ku asta jinên ciwan di helbest, stranbêjî û pêşbirkên zanistî de pêşdixe, dihewîne
-Lidarxistina panêlên li ser rola ciwanan di siyaset û werzîşê de li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
-Lidarxistina 2’emîn Festîvala Sporê ya Şehîd Nujiyan Ocalan
-dê Lîga Basketbolê ya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demên pêş de were li dar xistin
-Bi koordînasyona Daîrreye Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir, hemleyek were destpêkirin da ku bernameyek hişyariyê ya hevbeş li dijî ciwanan li dibistan, zanîngeh û navendên werzîşê were li dar xistin
– û li ser girîngiya komînan di rêxistinkirina ciwanan de wane werin dayîn