Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên qurbaniyên qezaya Hesekê re xwest
- 02-09-2025

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê qezaya ku li ser rêya Şedadê – Hesekê çêbû daxuyaniyek darxist û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re, xwest.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi xemgîniyekê me agahiya qezaya bi êş ku li ser rêya Şedadê – Hesekê yên Kantona Cizîrê çêbû, bihîst. Di encama wê qezayê de 13 kes ji gel û zarokên herêmê jiyana xwe ji dest dan û 9 jî birîndar bûn.
Em di Rêveberiya Xwerser de ji bo van qurbaniyan xemgînin û em sersaxiyê ji malbat û xizmên wan re dixwazin. Ji wan re sebir û aramiyê dixwazin û ji bo giyanên şehîdan rehmet û aramiyê dixwazin.
Her wiha em tekez dikin ku ev êş bandorê li me hemûyan dike û erka me ya xurtkirina ewlehiya giştî, parastina jiyana welatiyên me û xebata ji bo pêşîgirtina li dubarekirina karesatên bi vî rengî tîne bîra me.
Rehme ji qurbaniyan re, sebir û aramî ji malbatên wan re.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
2`ê Îlona 2025`an