Rêveberiya Xweser zayîna Hezretî Pêxember li musilmanan pîroz kir
- 04-09-2025

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya zayîna Hezretî Pêxember daxuyaniyek da û ev roj li musilmanên li Sûriyê, cîhanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Bi boneya zayîna Hezretî Pêxember, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên xwe li hemû misilmanên li Sûriyeyê û cîhanê, bi taybetî jî li gelê me yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dike.
Ev bone bîranînek e ji bo nirxên dilovanî, evîn, û jiyana hevbeş ku di peyama Hezretî pêxember de hatine ragihandin, û em wan wekî çavkaniya îlhamê ji bo projeya xwe ya li ser bingeha biratiya di navbera gelan û hevgirtina mirovan de dibînin.
Di vê roja pîroz de, em pabendbûna xwe bi prensîbên edalet û aştiyê nû dikin, û soz didin gelê xwe ku em ê xebata xwe ji bo avakirina civakek demokratîk bidomînin’ ku ji aliyê nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtina hevbeş ve tê rêvebirin, dûrî ji parçebûn û nefretê.
Cejna we pîroz be , û Xwedê vê cejnê ji bo her kesî bi ewlehî, aştî û evînê vegerîne.