“Rêveberiya Xweser nûnertiya hêvî û modeleke rast ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk dike”

Li ser navê rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di şahiya 7`emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser, axaftinek bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî, ji aliyê Hevserokên Meclisa Rêveber birêz Evîn Siwêd û Hisên Osman û cîgirê hevserokatiya meclisa  rêveber Gabrîl Şemon ve hate xwendin, û ev roj li hemû şehîdên azadiyê pîroz kir her wiha îşaret bi destkeftiyên ku di nava çend salan de hatine bidestxistin kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya hêvî û modelek rast ji bo avakirina paşerojeke demokratîk ji bo hemû gelê Sûriyê dike.
Di axaftinê de wiha hate gotin:

“Beşdarên hêja:

Îro bi vê boneya dîrokî, 7`emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li virin. Da ku em bi hev re têkoşîna xwe ya hevbeş bi bîr bînin û pîvanên ku rêveberiya me li ser hatiye damezrandin, ku li ser îradeya gelên azad, berdêlên şehîdên me û yekîtiya pêkhateyên herêmê hatiye avakirin, piştrast bikin.

Rêveberiya me di şert û mercên dijwar de ku Sûriyê bi giştî û herêma me bi taybetî têre derbas bû, hate damezrandin. Ji ber ku terorê hewl da rûmet û azadiya mirovan têk bibe û zordarî û desthilatdariyê ferz bike. Lê belê, keç û kurên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi ruhê hevgirtinê û biryardariyê li hember vê êrîşê sekinîn. Rêveberiya Xweser berhema têkoşîn û xwesteka wan ji bo avakirina modelek demokratîk ku edalet, azadî û wekheviyê, bi pêşengtiya jin, garantî dike.

Di van kêliyan de em bi serbilindî û spasdarî şehîdên xwe yên qehreman ku ji bo parastina vê xakê canê xwe feda kirin, bi bîr tînin. Ew ronahiya ku rêberiya me dike û bingeha ku rêveberiya me li ser hatiye avakirin in. Bêyî xwîna wan a pîroz, meyê nikarîba berdewam bikin û tiştê ku me îro bi dest xistiye ava bikin.

Her wiha em nikarin rola mezin a gel di berdewamiya têkoşînê de, israr û kombûna wan li dordora projeya Rêveberiya Xweser de jibîr bikin ku piştgiriya gel kevirê bingehîn ê serkeftina tecrubeya me û misogeriya berdewamiya wê ye tevî hemû zehmetiyan.

Em rêzdarî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav dikin ku wekî mertalekî xurt li dijî terorîstê sekinîne û destanên lehengiyê di avakirina ewlehî û aramiyê de li seranserê herêmê, nivîsandine.

Beşdarên hêja:
Îro zêdetirî 5 milyon mirovên ji pêkhateyên cûda li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijîn. Tevî dorpêçkirin, êrîş û gefên berdewam, gelên vê herêmê tekez kir ku ew dikarin xwe birêve bibin, saziyên xwe pêş bixin û modeleke demokratîk ku bûye nimûne, ava bikin.

Girîngiya Rêveberiya Xweser îro ji her demê bêtir diyar e. Ji ber krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê yên ku Sûriyê têre derbas dibe. Ev rêveberî nûnertiya hêvî û modelek rast ji bo avakirina paşerojeke demokratîk ji bo hemû gelê Sûriyê dike, li ser bingeha azadî, edalet û jiyana hevbeş, dûrî zordarî û dûrxistinê.

Bi vê boneyê, em tekez dikin ku armanca me Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye ku em hemû di maf û erkên xwe de wekhev bin û em bi hev re li ser bingeha edalet, azadî û biratiyê ava bikin.

Em tekeziyê li ser pîvana yekîtiya axa Sûriyê û girîngiya lezbûna ji bo lidarxistina konferanseke niştîmanî rast, berfireh ji hemû beşên gelê Sûriyê re dikin, ku bibe bingeha çalakiyên hevbeş ji bo pêşvebirina rewşa Sûriyê û derbaskirina zehmetî û pirsgirêkan.

bi destxistina aramiya mayînde û aştiya sivîl ji bo destpêkirina pêvajoya pêşveçûna domdar, vebûna ji cîhanê re û avakirina qonaxek nû ku sernavê wê demokratîk û jiyana hevbeş di navbera hemû gelên Sûriyê de be.

Em israra xwe li ser pîvana diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo gihaştina formulekê ku bibe alîkar ji bo avakirina paşerojeke geş ji bo Sûriya nû, nû dikin.

Em pabendî lihevkirina 10`ê Adarê ne û bi hemû cidiyet hewl didin ku bendên wê pêk bînin da ku gavên pratîkî bavêjin û tiştên ku li ser li hev kirine pêk bînin.

Di dawiyê de em soz didin gelê xwe ku em ê dilsozê xwîna şehîdên xwe bimînin, pabendî nirxên demokratîk û wekheviyê bin, ji bo xurtkirina ezmûna Rêveberiya Xweser bixebitin û ji bo çareseriyek siyasî berfireh ku êşa gelê Sûriyê bi dawî bike û mafên hemû pêkhateyên wê misoger bike, zextê bikin.”

Şehîd namirin

Serkeftin ji gelê me yê bexwedêr re

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê