Meclisa Rêveber tekezî li ser bilindkirina asta xebatên projeyên xizmetguzerî kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya mehane lidar xist. Di civînê de geşedan û pêşketinên li herêmê hatin nirxandin, rewşa kar û xebatên kanton, deste, nivîsgehên Meclisa Rêveber hatin nîqaşkirin.

Di civînê de birêz Cozêf Îsa sûnd li pêşiya Meclisa Demokratîk a Gelan xwar û weke cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber hate erkdarkirin û jêre hêviya serkeftinê di karî wê de hate xwessstin. Her wiha spasiya cîgirê berê yê hevserokatiya Meclisa Rêveber Gabryêl Şemhûn ji bo xebatê wî di xizmeta Rêveberiya Xweser û civakê de hate kirin û hate xelatkirin. Şemhûn piştî xelatkirina wî axivî û diyar kir ku ew bi xebatên di nava Rêveberiya Xweser de ku armanca wê xizmeta gel û civakê ye, kêfxweş bû.

Her wiha geşedanên li herêmê hatin nîqaşkirin. Hevseroka Dayîreya Têkiliyên Derve birêz Ilham Ehmed behsa civînên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz a Şamê de kir û got: “Em hewl didin hemû astengiyên ku dikarin pêvajoya danûstandinan asteng bikin çareser bikin. Aliyên navneteweyî yên di meseleya Sûriyê de çalak bi şandeya danûstandinan re di koordînasyoneke domdar de ne û her kes tekeziyê li ser serkeftina peymana 10`ê Adarê dike.”

Paşê beşdaran rewşa kar û xebatên kanton, deste û nivîsgehan nîqaş kir. Tekezî li ser bilindkirina asta xebatên projeyên veberhênanê ku dikarin xizmeta civakê bikin, kir. Her wiha zehmetiyên ku rastî kar û xebatan tên û çawaniya derbaskirina hemû zehmetiyên ku bandorê li kar dikin, hatin nirxandin û nîqaşkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ew ji bo wergirtina berhemên pembo amade ne û hate gotin, girîng e ku plana destekdayîna çandiniya li herêmê, were berdewamkirin.