Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe ya asayî (117) lidar xist

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya asayî (117) lidar xist. Desteya Hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan, hevserokên Meclisa Demokratîk a Gelan ên kantonan û endamên Meclisa Demokratîk a Gelan, beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Ûsama Berekat weke endamê Komîteya Qanûnî ya Meclisa Demokratîk a Gelan, Xûd El-Îsa, Xedîce El-Bidêwî, Roşîn Ebdo Şêxo, Mihemed Elî Hemê weke nûnerên Kantona Reqayê di Meclisa Demokratîk a Gelan de, hatin erkdarkirin û sûnd xwarin da ku dest bi erkên xwe bikin.