Ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê .. Şandeyek ji Rêveberiya Xweser beşdarî meşa gelê Reqayê bû
- 23-09-2025
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmq Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro’ Sêşemê beşdarî meşa girseyî ya şêniyên kantona Reqayê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD’ê) bû.
Di meşê de Nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, tevgerên ciwanan û jin a kantona Reqayê, ligel şêniyên bajêr, beşdar bûn.
Beşdarên meşê piştgiriya xwe ji bo QSD’ê, pabendbûna xwe ya parastina yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê, û her wiha têkbirina her gefên navxweyî an derveyî yên ku aramî û ewlehiya herêmê hedef digirin, tekez kirin.

