Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê alavên nû yên Şuştina Gurçikan li Nexweşxaneya Gel a Hesekê zêde dike
- 25-09-2025
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, bi hevkariya Gerîndeya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê, îro ‘Pêncşemê 9’alavên nû ji beşa şuştina gurçikan ya Nexweşxaneya Gel li Hesekê zêde kirin
Beşa şuştina gurçikan a Nexweşxaneya Gel li Hesekê 24 saetan, 7 rojên hefteyê xizmetê dide nexweşan, her wiha dermanên bê pere û hemû xizmetên bijîşkî pêşkêş dike.
Piştî ku beşê bi alavên nû ve hate bi cihkirin, hejmara rojane a şuştina gurçikan yên rojane gihîşt 35’an, hejmara nexweşên qeydkirî gihîşt 110’an û hejmara mehane jî gihîşt nêzîkî 1000’an.
Bi dabînkirina Nexweşxaneya Gel li Hesekê bi alavên şuştina gurçikan, armanca Desteya Tenduristiyê ewe ku xizmetên bijîşkî yên ku ji nexweşan re têne peyda kirin baştir bike. Ew êdî dikarin di nav sê saetan de dest bi beşa şuştina gurçikan bikin, û êşa wan a rojane sivik bikin.

