4`emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin bidawî bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin 4`emîn konferansa xwe ku di bin dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin”, bidawî bû. Di konferansê de rêbazên xurtkirina rola jinan di xurtkirina aramî û ewlehiya herêmê de, hate nîqaşkirin.

600 delege, şandeyek ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, TEV-DEM`ê, partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin, tirafîk, tev li konferansê bûn. Konferans li Hola Serdem a bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Di konferansê de axaftin ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd, Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo. Di axaftinan de tekezî li ser rola sereke ya jinan di parastina aramî û ewlehiya herêmê de, beşdarbûna wê di jiyana siyasî, civakî û çandî de, hate kirin.

Her wiha di konferansê de rêziknameya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin û tekezî li ser girîngiya pêşxistina rola navendî ya jinan di misogerkirina ewlehiya herêmê de, hate kirin.