Desteya Jîngehê Civîna xwe ya Asayî li dar xist
- 25-09-2025
Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî li dar xist, di civînê de Hevseroketiya Desteya Jîngehê, hevserokên Meclisa Jîngehê ya herêmê, Fermandariya Parastina Jîngehê û endamên Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir , paşê raporên mehane hat xwendin, ku tê de hin ji pirsgirêkên jîngehê yên ku herêm pê re derbas hatin destnîşankirin. Pirsgirêka şewatan bijîşkî û bandora wan a rasterast li ser jîngehê jî hat nîqaşkirin, û beşdaran tekez kirin ku pêwîst e bi rayedarên peywendîdar re têkilî were danîn da ku çareserî werin dîtin.
Di civînê de her wiha li ser diyardeya kûçikên serberedayî, bi taybetî kûçikên harbûyî, û bandora wan a neyînî li ser jîngeh û civakê hat nîqaşkirin. Wan tekezî li ser girîngiya pêşxistina planeke hevbeş ji bo çareserkirina vê diyardeyê kirin.
Di dawiya civînê de, pêwîstiya zêdekirina hevkariya di navbera hemû meclisên kantonan de ji bo parastina jîngehê ji her zirara muhtemel û pêşxistina çalakiyên hevbeş ji bo misogerkirina jîngeheke ewletir û saxlemtir li herêmê hate diyar kirin.

