Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtina berhemên pembo ji cotkaran destpê kir
- 27-09-2025
Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mustefa Îbrahîm diyar kir ku navendên wergirtina berhemên pembo ji cotkaran deriyê xwe di 27`ê Îlonê de li pêşiya cotkaran, vekir.
Mustefa Îbrahîm destnîşan kir ku navendên li Hesekê, Reqa û Dêrazorê hatine diyarkirin kargeha pembo ye û tekez kir ku sazî hemû miqdarên berheman dê ji cotkaran bikire.
Mustefa Îbrahîm anî ziman ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbera zeviyên ku bi berhemên pembo hatine çandin 250 hezar donim e û tê payîn ku berhem bighêje 75 hezar ton û ev mîqdar ji pêdiviyên sûka herêmî re zêde ye, ji ber wê jî zêdehiya wê dê ji bo derveyî welêt were şandin.
Meclisa Abor û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê kirîna 1 ton ji pembo bi 600 dolarên amerîkî, diyar kiribû.

