Rêveberiya Xweser pêşwaziya ragihandina avakirina şaneya rizgarkirina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fener El-Kieyt got ku Rêveberiya Xweser ragihandina avakirina şaneya hevbeş ya rizgarkirina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampên Hol û Roj, pêşwazî dike.

El-Kieyt tekez kir ku Rêveberiya Xweser, wekî aliyekî sereke di şaneya hevbeş de bi hevpeymaniya navneteweyî re, her gav bang li welatên peywendîdar kiriye ku welatiyên xwe ji van her du kampan derxînin, Ji bo pêşîgirtina li zêdebûna tunderewiyê û bandorên wê yên neyînî, ku dikarin li Sûriyê û tevahiya herêmê belav bibin, bersiva hêdî ya van bangan hişt ku rêveberiya xweser bi tenê bi dijwarîyên rêvebirin û ewlekirina van kampan re astengiyê bimîne.

Hevserokê Daireya Têkiliyên Derve desnîşan kir ku Rêveberiya Xweser pêwîste çekdarên rêxistina DAIŞ’ê ên li navendên girtinê yên li seranserê herêma bakur-rojhilatê Sûriyeyê de, bi zelalî werin dadgehkirin, Her wiha amadebûna xwe ya tevahî ji bo destpêkirina van dadgehkirin li ser axa xwe radigihîne, ji ber ku ew vê yekê wekî gaveke bingehîn ber bi tezmînkirina bi hezaran qurbaniyên ku di encama terorîzm û tundûtûjiya li Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane dibîne.