Nexweşxaneya El-Wetanî ya Reqayê rojane nêzîkî 450 nexweşan pêşwazî dike

Rêveberê Nexweşxaneya El_Wetanî a Reqayê, Dr. Mihemed Ehmed El-Salih, diyar kir ku nexweşxane xizmetên bijîşkî yên pêşketî ên teşhîs û dermankirinê pêşkêş dike, û nexweşan ji bajar û kantonên cûrbecûr ên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ji deverên başûrê Çemê Firatê, wek Meadan û Dêra Zorê, pêşwazî dike.

El-Salih got ku’ nexweşxane çend beşên sereke dihewîne, ya herî berbiçav jî yekîneya lênêrîna zirav e, ku 18 textan dihewîne ku li ser beşên Dil , Sîng ,hatine belavkirin, û her wiha beşa şewitandinê jî , ku yekane ji beşên xwe ye li herêmê û wekî navendek sereke ji bo emeliyatên nûavakirin kar dike.

Nexweşxane her wiha beşek ji acîl jî dihewîne, ku rojane nêzîkî 450 bûyeran werdigire û wan vediguhezîne beşên taybet , û beşek ji emeliyatên cerrahî jî dihewîne, ku ji 5 odeyên emeliyatê pêk tê û rojane di navbera 35 û 41 emeliyatan de têne kirin, di nav de emeliyatên taybetî yên hestiyan jî hene.

Klînîkên derveyî nexweşxaneyê rojane di navbera 400 û 500 nexweşan de pêşwazî dikin, û beşa şuştina kurçikan, ku 18 amûran dihewîne, rojane bi rêjeya 3,000 bûyeran di mehê de xizmetê dide nêzîkî 105 nexweşan

Rêveberê nexweşxaneyê her wiha destnîşan kir ku beşa îdarî hewldanên di navbera beşên bijîşkî, darayî û teknîkî de hevkariyê dike da ku xebateke bibandor misoger bike. Û got ku nexweşxane ji ber zêdebûna jimara nexweşan a 25-35% bi zehmetiyên zêde rastî zehmetiyan tê, ku ev yek zextê li ser karmendên bijîşkî û îdarî zêde dike