Komîteya Qanûnî ya Meclisa Gelan a Demokratîk nîqaşên reşnivîsa qanûna parastina jîngehê didomîne
- 02-10-2025
Komîteya Qanûnî ya Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Pêncşemê civînek asayî ya li ser reşnivîsa qanûna parastina jîngehê li dar xist.
Di civînê de Endamên Komîteya Qanûnî ya Meclisa Gelan a Demokratîk, hevserokatiyên Desteya Jîngehê û Meclisa Jîngehê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokê Desteya Maf û Edaletê Dadwer Îmad El-Keraf û şêwirmendê qanûnî yê Desteyê Îdrîs Eso amade bûn.
Reşnivîsa qanûna parastina jîngehê dê di civîna asayî ya bê a Meclisa Gelan a Demokratîk de were pêşkêş kirin, li wir dê were pejirandin û bikeve meriyetê.

