Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî ji sedî 48’ê belavkirina mazotê germkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temam kiriye

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Xalid diyar kir ku di vê mehê de 465.535 malbat mazota germkirinê wergirtine

Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî di 15’ê Hezîrana 2025’an de dest bi belavkirina mazotê li ser malbatên li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Xalid destnîşan kir ku rêjeya belavkirina mazotê germkirinê gihîştiye ji %48, û got ku belavkirin tê plankirin ku heta dawiya Çileya bê bi dawî bibe, her çend di rewşa awarte de dibe ku guhertin di bernameyê de werin kirin.

Para her malbatekê ji mazot 300 lître ye, malbatên şehîdan jî 210 lîtreyên din ên mazotê werdigirin.

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê destnîşan kir ku di belavkirina mazota germkirinê de hin zehmetî hene, bi taybetî nebûna belgeyan ji bo hejmara malbatan. Û got ku mekanîzmayek ji bo çareserkirina rewşên daneyên winda hatiye danîn, û ji bo malbatên ku statuya wan neqeydkirî ye prosedurek taybetî hatiye pejirandin û ji bo hemî beşên sotemeniyê yên li kantonan hatiye belavkirin.