Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fakulteya Zanistên Polîsî hate vekirin

Di çarçoveya nêrîna stratejîk ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê û xurtkirina bingehên edaleta civakî de, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi koordînasyona Meclisa Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekirina Fakulteya Zanistên Polîsî li bajarê Rimêlan ê Cizîrê, ragihand. Ev yek di nava pilana pêşxistina saziyên ewlehiyê li ser bingehên zanistî û pîşeyî yên saxlem, hate kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîn Salih diyar kir ku vekirina fakulteyê wergerandineke pratîkî ya nêzîkatiya Rêveberiya Xweser ji bo avakirina saziyên pîşeyî yên nûjen li ser bingeha zanîn, disiplîn û berpirsiyariyê ye û armanca wê ku efserên polîs ên jin û mêr amade bike ku jêhatî bin û ji bo xizmeta civakê amade bin.

Di xwendina fakulteyê de bernameyeke akademîk û perwerdeyî berfireh heye ku du salan e û li ser şeş demsalan e. Zanîna torîk bi sepandina pratîkî di bin çavdêriya akademîk a Meclisa Zanîngehan û rahênerên pispor di warên polîs û qanûnî dê were meşandin.

Zanîngeh ji xwendekaran re li bajarê Rimêlan cihên mayînê û hewayeke xwendinê guncaw ji xwendekaran re peyda dike peyda dike, ji bilî mûçeyek xwendekaran a mehane ku ji her xwendekarekî re di dema xwendina wan de tê dayîn. Qebûlkirin ji bo serlêderên ji 18 heta 25 salî ye û ew jî li gorî pîvan û rêziknameyên taybetî yên ku jêhatîbûn û amadebûna laşî û zanistî li ber çavan digirin.

Salih tekez kir ku Fakulteya Zanistên Polîsî li Rimêlanê gaveke bi kalîte û bêhempa li Sûriyê ye ku nêrîneke zanistî û exlaqî temsîl dike û armanca wê nirxên edalet, dîsîplîn û xizmeta civakî di çarçoveya ewlehî û aramiyê de bi cih bike.

Ji bo qeydkirin an jî lêpirsînê, serlêder dikarin serdana navendên qebûlkirinê yên li zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku şert û mercên qebûlkirinê û hûrguliyên akademîk û rêxistinî, nas bikin.