Daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya salvegera damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê

Bi boneya salvegera 10’emîn a damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê, vê boneya mezin a neteweyî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêz û hurmeteke mezin ji bo giyanê şehîdan yên ku bi xwîna xwe ya paqij axa welat av dan, Wan di rizgarkirina herêmê ji terorê û misogerkirina ewlehî û aramiya wê de roleke mezin lîstin. Em vê salvegera ku deh saliya fedakarî û qehremaniyê temsîl dike de, li malbatên şehîdan, şervan û fermendarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hemû gelê me ên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ,pîroz dikin.
Hêzên Sûriya Demokratîk di yek ji demên herî dijwar de ku Sûriye û herêm heya niha jiyan kiriye, hat damezrandin, ji ber ku êrîşên terorîstî yên cîhanî, ku ji aliyêDAIŞê ve dihatin temsîlkirin, zêde bûn û gef li tevahiya mirovahiyê xwarin. Ji van şert û mercan, ev hêz bi keç û xortên xwe bi hemû pêkhateyên herêmê hat avakirin , ji bo yekîtî û hevgirtina gelan di têkbirina tundrewî û terorîzmê de ,xizmet kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di têkbirina DAIŞê de roleke stratejîk lîst, di demekê de ku gelek welat û hêz di pêkanîna vê armancê de nekarîn. Lê belê hêzên sûriya demokratîk ji bo parastina nirxên mirovî, azadî û rûmetê, ne tenê ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê ji bo tevahiya mirovahiyê, bertekên pir mezin dan.
Îro, 10’ sal piştî damezrandina xwe, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tekez dike ku dem hatiye ku Hêzên Sûriya Demokratîk cihê xwe yê rastîn û rewa di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de bi dest bixin, wekî hêzek neteweyî ku welat diparêze, yekîtîya wê diparêze û xwestekên gelê xwe ji bo demokrasî, edalet û wekheviyê ,diyar dike.
Di dawiyê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk careke din 10’emîn damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li fermandar, şervan û hemû gelê me di vê boneya dîrokî de pîroz dike, û piştgiriya xwe ya berdewam ji bo van hêzan, ku ewlehiyê û sembola fedakarî û rizgariyê kar kirine, tekez dike.

Şehîd Namirin
Azadî û rûmet ji bo gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
10’ê Cotmeha 2025’an