Yekîtiya Şaredariyan beşdarî çalakiya Şaredariya Mantofa li Îtalyayê bû
- 11-10-2025
Yekîtiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî çalakiya navneteweyî bû, çalakî ji aliyê Şaredariya Mantofa ya Îtalyayê ve bi hevkariya Saziya Çanda Aştiyê ya Perugia Assisi bi dirûşma”Xeyal bikin ku Hemû Mirov Di Aştiyê De Dijin” hate li dar xistin.
Her wiha Seroka Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Yekîtîya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê sediya kotê weke nûner beşdarî çalakiyê bû , û li ser rola şaredariyan di piştgirîkirina çanda aştîyê û hêzkirina jinan û civaka herêmî de axivî .
Ev beşdarbûn di çarçoveya xurtkirina têkiliyên navneteweyî, danasîna ezmûna Rêveberiya Xweser di avakirina aştiyê de, û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û demokrasiya herêmî de ,tê.

