Şandeyek ji Rêveberiya Xweser beşdarî “Festîvala Aştiyê ya Hevrîn” bû

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro’ Yekşemê beşdarî “Festîvala Aştiyê ya Hevrîn” ku ji aliyê Partiya Sûriya Pêşerojê ve li bajarê Reqayê bi boneya 6’emînn salvegera şehadeta Sekretera Giştî ya partiyê Hevrîn Xelef hate lidarxistin,bû.

Nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî festîvalê bûn.

Di Festîvalê de senevezyinek derbarê jiyan û têkoşîna siyasî û mirovî ya şehîd Hevrîn Xelef hat pêşandan. Her wiha gelek axaftin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin, û rola fedakariya şehîdan û têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef ji bo pêkanîna edaletê û avakirina aştiyê li welêt diyar kirin

Her wiha dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa, axivî û serbilindiya xwe bi têkoşîna keça xwe ya ji bo avakirina nirxên aştî û edaleta civakî anî ziman

Û axaftina vîdyoyî ya Şêx Murşid Maşûq Xeznewî hate nîşandan, û tekez kir ku peyama şehîd Hevrîn Xelef dê wekî çirayek hêvî û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de bimîne

Di festîvalê de, Partiya Sûriya Pêşerojê, ji bo hewldanên wî yên belavkirina nirxên aştiyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mertalê Aştiyê radestî Şêx Murşid Maşûq Xeznewî ,kir. Li ser navê wî Şêx Sînan Seydûş mertal wergirt

Di dawiya festîvalê de helbesteke ji aliyê helbestvan Samêr El-Şemerî ve hatî xwendin, û diyarî giyana şehîd Hevrîn Xelef kir