Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 12 hezar ton ji pembo hatine wergirtin
- 12-10-2025
Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mustefa Îbrahîm got, sazî wergirtina berhemên pembo li her sê navendên ku beriya niha li Reqa, Hesekê û Dêrazorê hatibûn vekirin, didomîne.
Îbrahîm diyar kir ku heta niha 12 hezar û 300 ton ji pembo hatine wergirtin.
Her wiha tekez kir ku Saziya Giştî ya Pembo xebatên xwe didomîne da ku wergirtina berheman ji cotkarên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî pîvan û prosedurên pejirandî misoger û hêsan, bike.

