Saziya Giştî ya Zîdekirina Tovan ,tovan li cotkaran Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dike

Mihemed Meamî, şêwirmendê Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku sazî ji roja Çarşema borî ve li gorî plana çandiniyê ya ku ji aliyê Komîteya Çandinî û Avdanê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye derxistin, tovên genim li cotkaran belav dike.

Mihemed Meamî tekez kir ku mekanîzmaya belavkirina tovên genim bi rêya komîteyên çandiniyê û yekîneyên berfirehkirinê, li gorî rêziknameyên çandiniyê tê meşandin. Bihayê tovê ku çend roj berê bi 350 dolar ji bo her tonekî hatibû destnîşankirin, tê dayîn.

Meamî got ku’ li gorî plana çandiniyê ya îsal, rêjeya çandina genim ji sedî 60 e û destnîşan kir ku wan zêdetirî 50 hezar ton tovên genim ji bo belavkirina li cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade kirine.

Û got’ rêjeya belavkirinê bi rojan e berdewam dikin, û heta niha 2300 ton hatine belavkirin, û daxwazek baş ji aliyê cotkaran ve heye.