Meclisa Rêveber rêjeya temamkirina projeyên xizmetguzeriyê û amadekiriyên mewsima çandiniyê, nîqaş kir
- 15-10-2025
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya asayî lidar xist. Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber, hevserokên deste, dayîre û nivîsgehên Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên kantonan, beşdarî civînê bûn.
Endama Komîteya Danûstandinan bi hikumeta demikî ya Sûriyê re Foza Yûsif jî beşdarî civînê bûn. Foza Yûsif rewşa siyasî û geşedanên herî dawî ji danûstandinên di navbera şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta demikî ya Sûriyê de, nirxand.
Foza Yûsif diyar kir ku atmosfera giştî di qonaxa niha de erênî ye der barê civîn û nîqaşên li ser mijarên cûrbecûr û destnîşan kir ku civîna dawî ya di navbera komîteyên leşkerî û ewlehiyê de bi encam bû, ji ber ku mekanîzmayên ji bo yekkirina hêzên leşkerî û ewlehiyê hatin nîqaşkirin û piştrast kir ku di vî warî de gavên pratîkî dê werin avêtin.
Her wiha Foza Yûsif behsa bûyerên dawî li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û anî ziman ku pirsgirêk ber bi çareseriyê ve diçe û di vî warî de gavên piratîkî, têne avêtin.
Der berê dosyaya vegera koçberan nexasim ên ji herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê Foza Yûsif piştrast kir ku ev pirsgirêk ji girîngtirîn xebatên Rêveberiya Xweser re û koordînasyonên berdewam ji bo peydakirina çareseriyên domdar ku vegereke ewle û bi rûmet ji koçberan re peyda bike, hene.
Foza Yûsif anî ziman ku komîteya danûstandinan amade ye ku hemû pirsgirêkan nîqaş bike û çareseriyên pratîkî bibîne ku peymanên ku xizmeta hemû gelê Sûriyê dikin misoger bike û tekez kir ku nenavendîbûn û parastina bêhempa taybetmendiyên her herêmekê sitûnên bingehîn ên nêrîna Rêveberiya Xweser in.
Paşê raporên girêdayî kar û xebatên deste, dayîre û nivîsgehên Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber hatin nirxandin. Beşdaran jî tekezî li ser pêwîstiya têkoşîna li dijî hemû cûreyên tevlîheviyê û sînordarkirina belavkirina gotinên nefretê di nava civaka Sûriyê de kirin. Her wiha rêjeya temamkirina projeyên veberhênanê li kantonan û belavkirina mazota zivistanê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kirin.
Her wiha beşdaran bal kişandin ser rola dezgehên çapemeniyê di derxistina projeyên li seranserê sektorên cûda, amadekariyên Desteya Aborî û Çandiniyê ji bo destpêkirina mewsima çandiniyê, bi taybetî genim û belavkirina tov û sotemeniyê ji bo avdanê.
Civîna asayî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşkirina astengiyên ku rastî kar û xebatên wan tên, bi dawî bû. Beşdaran jî hin pêşniyar pêşkêş kirin da ku herikîna kar û xurtkirina pêkanîna rêveberî û xizmetguzariyê li hemû kantonan baştir bibe û tekezî li ser berdewamiya xebatan ji bo xizmetkirina gelê herêmê, kirin.

