Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî civînek asayî li dar xist

Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Pêncşemê bi amadebûna hevserokên rêveberiyên sotemeniyê yên kantonan, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civînê de, raporên li ser xebatên rêveberiyên sotemeniyê yên kantonan, tevî rêjeya karê temam bûyî û zehmetiyên ku di pêvajoya belavkirina sotemeniyê de dîtinî, hatin nirxandin.

Her wiha rêjeya giştî ya mazota germkirinê ya ku îsal a 2025-2026’an de hatiye belavkirin jî hate eşkerekirin, ku gihîştiye 178,512,900 lîtreyan, li 595,043 malbatan hatiye belavkirin, ku ji %61ê rêjeya belavkirina plansazkirî temsîl dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her malbatekê re 300 lître mazotê germkirinê bi bihayê 1050 lîreyên Sûriyeyê ji her lîtreyekê re veqetand. Belavkirina vê salê di 10’ê Hizêrana 2025’an de dest pê kir û hîn jî dewam dike.

Derbarê dabeşkirina sotemeniyê a sala çandiniyê ya havîna îsal de, ji destpêka belavkirinê di 21’ê Hizêranê de 16,637,705 lître li cotkarên pembû, 4,816,926 lître li cotkarên sebzeyan û 7,027,343 lître li darên fêkiyan hatine belavkirin û belavkirin hîn jî dewam dike

Beşdaran her wiha li ser pêşketina belavkirina mazota îsal a çandiniyê ya zivistanê, ku di 1’ê Cotmehê de dest pê kir, ji bo misogerkirina ku pêdiviyên cotkaran di demên xwe de têne dabînkirin, nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de, beşdaran tekezî li ser girîngiya dayîna pêşîniyê ji sektorên germkirin û çandiniyê û xurtkirina hevhangiyê di navbera rêveberiyên sotemeniyê ên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin da ku zehmetiyan derbas bikin û belavkirina berdewam li gorî bernameyên kar li gorî pêdiviyên gel û cotkaran be, misoger bikin.