Sibe 9`emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan dest pê dike
- 19-10-2025
Hevserokê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Murhif El-Fehed got, çalakiyên 9`emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan sibe li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, dest pê dike.
Pêşengeh heta 27`ê Cotmehê dê dewam bike û ji saet 10:00`an heta 21:00`an serlêderan dê pêşwazî, bike. Pêşengeh li Parka Azadî dê were lidarxistin.
El-Fehed diyar kir ku 51 çapxane û saziyên çandî dê beşdarî pêşengaha îsal bibin û ew jî ji Iraq, Tirkiyê, Lubnan, Siwêd û DYA`yê ne.
Di pêşengehê de zêdetirî 140 hezar pirtûk û 14 hezar sernav hene û cûreyên cûda ji çandî, zanistî û wêjeyî digre nava xwe. Her wiha beşekî taybet ji bo pirtûkên jin û zarokan hene û ew jî ji hemû temenan re ne û bi zimanê erebî, kurdî, suryanî, ferensî, latînî û îtalî ne.
Murhif destnîşan kir ku pêşangeha îsal ji aliyê rêxistin û naverokê ve guhertinek kalîteyî ye, ji ber ku kesayetên sivîl û civakî beşdarî rêxistinkirina wê bûne û ew jî bi armanca berfirehkirina bingeha têkiliya çandî û bidestxistina vebûneke mezintir ji bo raya giştî.
Murhif El-Fehed anî ziman ku cihê pêşengehê birine Parka Azadî ya Qamişlo û ew jî gaveke ji bo balkişandina kesên ku serlêdana parkê dikin û xurtkirina çanda xwendinê li gel wan her wiha ji bo pêşengeh ji bo beşeke mezintir ji serlêderan vekirî bimîne.
Murhif El-Fehed got, di pêşangehê de bernameyeke çandî ya paralel heye, di nav de semîner û panel derbarê pêşketina nivîsandinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha nîqaşên li ser rewşa çapkirin û weşanê li herêmê, ji bilî rûniştinên ku ji bo hunera çîrokbêjiyê, roman û şêwazên cûrbecûr ên nivîsandina wêjeyî, hatine veqetandin.
Hevserokê Desteya Çandê Murhif El-Fehed tekez kir ku deste hewl dide bi rêya vê bûyerê destekê bide çand û zanista di civakê de, xurtkirina rola pirtûkan di avakirina hişiyariyê de ku xwestekên şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi pêşerojeke pêşketîtir ve, nîşan bide.

