Bi boneya 8`emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê, daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Xwese ve
- 20-10-2025
Îro 8`emîn salvegera rizgarkirina Reqayê qaşo paytexta xîlafetê bû, ji lepên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ku ji aliyê QSD`ê ve hate rizgarkirin û ew jî bi piştgiriya Koalisyona Navneteweyî di yek ji mezintirîn şerên rizgarkirinê di dîroka Sûriyê ya nûjen de ye.
Bi vê boneya mezin a niştîmanî û mirovî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi germahî şêniyên Reqayê, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelê Sûriyê û tevahî cîhanê pîroz dike ku rizgarkirina Reqayê wekî serkeftineke ji bo tevahiya mirovahiyê û serkeftina nirxên azadî, rûmet û edaletê dîtine.
Bi vê boneyê, em bi rêzdarî û serfirazî fedakarî û qehremaniya şehîdên ku bi xwîna xwe ya pîroz axa welatê xwe ji bo azadiyê av dan bi bîr tînin û qehremaniya wan destanên dîrokî yên nemir afirandin da ku ji nifşên pêşerojê re weke çira bimînin. Bi saya wan lehengan ev serkeftina mezin hate bidestxistin ku li hember cûreyên herî hovane ji terorîsta cîhanê bi rihê berxwedan û biryaradayîna ji bo jiyanê, sekinîn.
Her wiha em QSD`ê, YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav dikin, ku di şerên rizgarkirin û parastina ax û mirovan de çalakiyên qehremanî yên bêhempa nîşan dane. Rizgarkirina Reqayê ne tenê bûyereke herêmî bû lê belê ew ji bo tevahiya cîhanê veguherandineke dîrokî bû, ku derbeyek mezin li rêxistinek terorîst xist ku gef li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwar.
Di dema ku em vê salvegerê pîroz dikin, em piştrast dikin ku metirsiya ji DAIŞ`ê ve tê çêkirin hîn jî heye ne tenê ji bo Sûriyê, lê belê ji bo herêmê û tevahî cîhanê jî. Ji bo vê yekê jî xebatên hevbeş û hevkariya navneteweyî tê xwestin da ku ev rêxistina terorîst careke din venegere û rehên wê yên îdeolojîk û rêxistinî bi tevahî ji holê werin rakirin.
Her wiha em piştrast dikin ku rastiya Sûriyê îro ji her demê bêtir pêwîstî bi yekkirina xebatên niştîmanî, sûrî û navneteweyî heye da ku parastina destkeftiyên serkeftina li hember terorê û avakirina li ser destkeftiyên ku berê hatine bidestxistin, heye. Ew jî bi armanca avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyên xwe garantî bike û xwestekên gelê me yê têkoşer pêk bîne, ku ji bo jiyana azad û bi rûmet her tiştê giranbuha feda kir.
Di dawiyê de em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza xwe nû dikin ku emê wefedarên berdêlên şehîdan bin, bi vebijarka azadî û demokrasiyê ve girêdayî bin û bi hemû hêzên birûmet ên ku baweriya wan bi mafê çarenûsa gelan heye ji bo avakirina paşerojek ewle û aram ji hemû gelê Sûriyê re, xebata xwe bidomînin.
Şehîd namirin
Bijî Sûriya azad, demokratîk û nenavendî
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
20`ê Mijdara 2025`an

