8’emîn salvegera rizgarkirina reqayê hat pîrozkirin

‎Bi boneya ‘8rmîn salvegera rizgarkirina reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê îro li lîstogeha şaredariyê şahiyek girseyî hat li dar xistin , bi beşdariya saziyên rêveberiya xweser û gelê herêmê

Endamên Desteya hevseroketiyê a Meclisa Gelan a Demokratîk û Hevseroketiya Meclisa Rêveber, her wiha nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’êû rûspiyên civakên herêmî amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina li rihê şehîdan dest pê kir, piştre rêze axaftin hatin kirin. Di navde axaftina Fermandarê QSD’ê Cemîl Mezlûm ku tekezî li ser parastina berdewam a destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin ,kir.
Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, Mişleb El-Turkan axivî û diyar kir ku ‘pêwîstiya xurtkirina yekîtiyê û xebata ji bo pêşerojek aramtir û geştir kir.

Cîhan Mihemed li ser navê Meclisa Kombûna Zenobiya û Zehra El-Yûsif jî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivîn û serbilindiya gelê Reqayê bi destkeftiyên ku di salên borî de bi saya fedakariya gelê wê hatine bidestxistin, anî ziman.

Di şahiyê de toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ve hat pêşkêşkirin, piştre hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê mertalên spasdariyê pêşkêşî : Sarah û Ehmed ji Rêveberiya Kantona Reqayê, Siwar û Emîra ji Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Reqayê, Komîteya Amadekar a Kombûna Jinan a Zenobia û Şaredariya Gel a Reqayê , kir.

Di şahiyê de çalakiyên hunerî ji aliyê koma Durit El-Furat û Hêlîn û Cûdî ji bilî çalakiyên dîlanên gelêrî û stran ji aliyê Aycan kobanî ve pêşkêşkirin

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo tunekirina rêxistina tunderw de, di sala 2017an de di vê dîrokê de bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞê rizgar kirin.