9`emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan dest pê bû

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’emîn pêşangeha pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li bajarê Qamişloyê bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr û nûnerên Rêveberiya Xweser ,vekir.

Serfiraz Şerîf, Hevseroka Desteya Çandê, di merasîma vekirinê de axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ev çalakî hebûna çandê wekî nirxek û pirtûkan û sembola şaristanî û jiyanê tekez dike.

Di pêşangehê de Ji bilî weşanxaneyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Misir, Kuweyt, Libnan, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û çar parçeyên Kurdistanê jî beşdar bûn
Pêşangeh dê 7’ rojan dewam bike û tê de çalakiyên çandî, şevên helbestan û îmzekirina pirtûkan pêşkêş bike.