Şaredariya Qamoşlo beşdarî çalakiyên Lûtkeya Metropolîtan a Cîhanê ku li Barşelonayê hatibû li darxistin , bû
- 22-10-2025
Di çarçoveya Lûtkeya Metropolitan a Cîhanê de ku ji aliyê Desteya Metropolitan a Barşelonayê (AMB) ve hatiye li dqr xistin, hevserokatiya Şaredariya Gel a Qamişlo beşdarî rêzecivîn û komxebatên ku di navbera 14 û 17’ê Cotmehê de bi armanca danûstandina ezmûnan û pêşxistina hevkariya di navbera bajaran de di warê rêveberiya bajaran û pêşketina herêmî de hatine lidarxistin, bû.
Bernameya beşdarbûnê di 14’ê Cotmehê de civînek bi Cîgirê Serokê AMB Birêz Castellana re ji bo nîqaşkirina çarçoveya herêmî, mekanîzmayên xebatê û ezmûnên hevpar vedihewîne.
Her wiha di 15’ê Cotmehê de, civînek bi Birêz Berîvan Omar re ji bo nîqaşkirina rêveberiya desthilata herêmî di çarçoveya pevçûn û piştî pevçûnê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Qamişlo.
Di 16’ê Cotmehê de, Seroka şaredariyê Bêrîvan Omar beşdarî civîna nîqaşê ya vekirinê a li ser pirsgirêkên ku şaredariyên li deverên bi pevçûn bandor bûne û hevkariya di navbera bajaran de dikin, ji bilî beşdarbûna komxebatekê ji bo amadekirina pêşniyarekê li ser deverên bajarî, bû.
Di roja dawîn de, 17’ê Cotmehê, komxebata dawîn ji bo temamkirina pêşniyara navneteweyî ya li ser deverên bajarî pêk hat, digel serdaneke meydanî ji bo deverên rêveberiya bermayiyan û deverên dermankirina ava qirêj da ku çareseriyên bajarî yên ku ji aliyê Herêma Metropolîtan a Barşelona (AMB) ve têne birêvebirin werin dîtin.
Ev beşdarbûn di çarçoveya xurtkirina têkiliyên navneteweyî û danûstandina pisporiyê di rêveberiya herêmî û pêşketina domdar de tê, ku beşdarî pêşxistina xizmetên şaredariyê li bajarê Qamişlo dibe.

