9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Navnetewî a Pirtûkan dewam dike
- 25-10-2025
9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Navnetewî a Pirtûkan çalakiyên xwe yên çandî û hunerî li Parka Azadî ya li bajarê Qamişli di roja 6’ de didomîn e
Pêşangeh di 20’ê Cotmehê de di bin çavdêriya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi dirûşmeya “Pirtûk: Dîlê Şaristaniyê” hate vekirin.
Di roja 6’an de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên wêjeyî û çandî û hejmarek ji şêniyên herêmê beşdar bûn.
Pêşangeh, ku 54 weşanxane û sazî tê de cih digirin, zêdetirî 143,000 pirtûk di nav 15,000 sernavan de nîşan dide. Armanca wê belavkirina hişmendiya çandî û civakî û pêşxistina asta wêjeyî ye.
Pêşangeh dê 7’ rojan dewam bike, û dê gelek çalakiyên wekî semînerên wêjeyî û çandî, çalakiyên hunerî û îmzekirina pirtûkan pêşkêş bike.

