Beşa 3’emîn a penaberên Sûrî ji kampa Holê derketin

Rêveberiya kampa Holê di bin çavdêriya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîseriya Bilind a Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî de, îro yekşemê ‘12 malbatên Sûriyeyê ku ji (55 kes) pêk tê ji kampê, derxistin.

Ev beşa 3’emîn a rewşên mirovî ji kampê ye, ku piraniya malbatan ji deverên di nav Sûriyê de tên, di nav de Heleb, Hums, Idlib, Şam, Deraa û Dêra Zorê.

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Penaber û Koçberan a Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku’ li gorî biryara Rêveberiya Xweser a di 23’ê Kanûna Pêşîn a 2025’an de hatiye derxistin, dê xebat ji bo vegera xwebexş a hemû koçber û penaberên di kampan de û dabînkirina hemû pêdiviyên pêwîst ji bo kesên ku dixwazin vegerin malên xwe yên resen, were meşandin.

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku hikûmeta demkî bersiva bang û daxwazên koçberên li kampa Holê û hemû kampên li ser erdnîgariya herêmê nade. Em hêvî dikin ku bersiva van bangan bê dayîn, nemaze bi rêya danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de li ser dosyaya mirovî ya vegera hemû koçberên ji Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û yên mayî.