Hisên Osman: Em bawer dikin ku çand ruhê şoreşê ye
- 26-10-2025
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman di 9`emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Navneteweyî ya Pirtûkan de got, çanda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jiyan, afirînerî û xwendinê zindî dimîne û tekez kir ku çalakiyên bi vî rengî platformên ramana azad û vekirîbûnê ne û ruhê pirrengiyê yê ku civaka herêmê diyar dike, nîşan dide
Birêz Hisên Osman di roja dawî ya çalakiyên 9`emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Navneteweyî ya Pirtûkan de ku li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin, axivî.
Hisên Osman di axaftina xwe de xêrhatina beşdaran kir û ev tişt anî ziman: “Em kêfxweşin ku em tev kêliyên bidawîkirina vê bûyera çandî ya mezin dibin. 9`emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Navneteweyî ya Pirtûkan careke din îsbat kir ku çanda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jiyan, afrîner û xwendinê, zindî dimîne.”
Hisên Osman wiha domand: “Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya serkeftina vê pêşangehê, hem ji aliyê dewlemendî û cûrbecûriya pirtûkên ku têne pêşandan, hem jî ji aliyê beşdariya berbiçav û berfireh a xwendevan, lêkolîner û afirînerên ji herêm û tevgerên rewşenbîrî yên cûrbecûr ve, pîroz dikin. Ev beşdarûna berfireh delîlek eşkere ji bo kûrahiya hişmendiya civakê û xwesteka mirovan ji bo zanînê, tevî hemû zehmetiyan, nîşan dide.
Hisên Osman di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Çalakiyên bi vî rengî ne tenê xwepêşandanên çandî ne, ew pireyên pêwendiyê ne di navbera afirîner û gel de ne, platformên ku ramana azad û vekirîbûnê îfade dikin û ruhê pirrengiyê ku civaka me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike, temsîl dikin. Em bawer dikin ku çand ruhê şoreşê ye û şoreş ne tenê siyasî yan leşkerî ye, wekî ku hin kes texmîn dikin. Berevajî wê, ew şoreşeke rewşenbîrî û çandî ye ku hewl dide mirovekî azad û civakeke demokratîk li ser esasê nirx, zanîn û hişmendiyê ava bike.”
Birêz Hisên Osman di axaftina xwe de, spasiya her kesê ku beşdarî serkeftina vê bûyera çandî bûye kir û piştgiriya xwe ya xurt ji bo çalakiyên bi vî rengî nîşan da. Her wiha hêvî kir ku Pêşengeha Şehîd Herkol wekî platformek domdar ji bo xurtkirina ramana azad û danûstandina zanînê bimîne û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî ku gelê wê yê azad dixwestin, wekî ku armanca wê bû, wekî çiraya hişyarî û ronakbîriyê bimîne.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêz Hisên Osman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Îro qonaxa avakirina aştiyê ye. Pêwîstiya me bi pênûs û mejiyên ku baweriya wan bi aştiya demokratîk tê, heye.”
