9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Navnetewî a Pirtûkan li Qamişlo bi dawî bû

9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Navnetewî a Pirtûkan îşev bi dawî bû. Çalakî 7’rojan ku li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin, bi dirûşmeya “Pirtûk kilîta şaristaniyê ne” hate lidarxistin. Pêşangeh bi beşdariyeke berfireh ji weşanxane û hezkiriyên çandê pêk hat.

Di çalakiya bidawîkirinê de, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman û hevserokên Desteyên Çandî yên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kantona Cizîrê, ligel dayika şehîd Hisên Çawîş (Herekol), Birêz Xedîce El-Mele û hejmarek nivîskar û rewşenbîr amade bûn.

Di pêşangehê de 51 weşanxane û sazî beşdar bûn û nêzîkî 140 hezar pirtûk di 14,700 sernavan de hatin pêşkêş kirin, ku pirrengiya çandî û rewşenbîrî ya fireh nîşan dide.

Di çalakiyê de, dayika şehîd Herkol, Birêz Xedîce El-Mele axivî û bi xêrhatina beşdaran kir, girîngiya pêşangehê di piştgiriya afirîneriya çandî û çandina nirxên mirovan de tekez kir. Her wiha ji bo spasdariya têkoşîna wan, ew bi mertalek bîranînê hat xelatkirin.

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman axivî û rola pêşeng a çalakiyên çandî di avakirina pirên ragihandinê di navbera afirîner û raya giştî de pesinand. Wî tekez kir ku Pêşangeha Şehîd Herkol dê wekî nimûneyek ji bo pêşxistina ramana azad û danûstandina zanînê bimîne, û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê wekî çira ronakbîrî û avakirina aştiya demokratîk, bimîne.

Her wiha ji aliyê koma folklorî ya “Ecawîd” a ji Reqayê ve çalakiyên hunerî pêşkêş kirin, li gel hejmarek nivîskarên beşdar ji bo nirxandina beşdariyên wan ên wêjeyî, bi navên “Ferîd Cizîrî, Îsmet Hesen, Anahîta Sîno, Ehmed Huseynî, Huseyîn El-Umerî, û Hisên Elî” hatin ,xelat kirin.

Di dawiya çalakiya pêşengehê de hemû weşanxane, sazî yên ji bo beşdariyên wan ên di piştgiriya çand û zanînê de li herêmê de hatin xelat kirin.