Nivîsgeha Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweser li ser reşnivîsa guhertina Qanûna Çavdêriyê nîqaş dike
- 27-10-2025
Nivîsgeha Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina reşnivîsa guhartina Qanûna Nivîsgeha Çavdêriya Giştî û pêşkêşkirina wê ji Meclisa Gelan a Demokratîk re ji bo erêkirina fermî, du rojan li pey hev civînek berfireh li dar xist.
Di civînê de Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Terfa Osman, ligel Hevseroketiya Nivîsgeha Çavdêriya Giştî û Hevserokên kantonan amade bûn.
Di civînê de bendên pêşniyara qanûnê û guhertinên pêwîst ên tê de, li gorî pêdiviyên qonaxa heyî, û ji bo xurtkirina rola Nivîsgeha Çavdêriya Giştî di xurtkirina prensîbên şefaf û misogerkirina performansa rast a saziyên rêveberiya xweseriya demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.

