Dayîreya Ragihandinê ji bo nîqaşkirina zehmetiyên rastî herêmê tên û rewşa ragihandinê civînek lidar xist
- 05-11-2025
Daîreya Ragihandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya berpisê têkiliyên diplomatîk li bakur û rojhilatê Sûriyê Çiya Kurd civînek li dar xist. Civîn bi rojnamevanan re li ser zehmetiyên ku herêm pê re derbas dibe, rastiya ragihandinê û zehmetiyên herî berbiçav ên ku rojnamevan di karê xwe de dibînin, nîqaş kirin.
Civîn li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişloyê, bi amadebûna berpisê têkiliyên diplomatîk li bakur û rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, Hevserokê Daîreya Ragihandinê a Rêveberiya Xweser Ciwan Mela Îbrahîm, Rêveberê Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’e Siyamend Elî, û berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bedî Hiso, û her wiha gelek rojnamevanên ku di dezgehên ragihandinê yên li herêmê dixebitin û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine ruxsetkirin , hate lidarxistin.
Di destpêka civînê de, Birêz Bedran Çiya Kurd geşedanên dawî yên di danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de bi Hikûmeta Veguhêz re li Şamê nirxand, û tekezî li ser berdewamiya van danûstandinan û xwesteka Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna peymana 10’ê Adarê û gihîştina rêkeftinan bi Hikûmeta Veguhêzre re kir.
Çiya Kurd her wiha li ser rewşa dawî yên derbarê girtina deriyên sînor û aloziya dawî ya li Helebê de agahîyên berfireh da û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi hikûmetê re nîqaş hene, û bersiva pirs û lêpirsînên rojnamevanan ên derbarê rewşa li herêmê bi giştî da.
Di civînê de, li ser rewşa medyayê li herêmê û Sûriyeyê bi giştî, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Baas de, nîqaş hatin kirin.
Û Hat destnîşankirin ku li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo pratîkkirina rojnamegeriyê qadeke baş heye, lê divê hin pirsgirêk werin çareserkirin, di nav de girîngiya gihîştina agahiyan di dema xwe de, ku dibe sedema derengketina weşandina nûçeyên li ser hin bûyerên ku li herêmê diqewimin. Rayedarên peywendîdar dê vê pirsgirêkê bi rayedaran re çareser bikin da ku tekez bikin ku agahî zûtir têne wergirtin.
Ji bilî nîqaşkirina zehmetiyên ku rojnamevan dema ku ji rayedarên rêveberiya xweser li ser bûyer an pirsgirêkên taybetî yên li herêmê û Sûriyeyê bi giştî şîroveyan dixwazin rastî wan tên, rayedarên berpirsiyar ên karûbarên ragihandinê û çapemeniyê dê ji bo derbaskirina van zehmetiyan bi saziyên peywendîdar re têkilîyê deynin.
Badran Çiya Kurd girîngiya hewildanên hevgirtî di navbera rojnemevanan de tekez kir, ji ber rola wan a girîng di gotina rastiyê û di demên bûyeran de , bandorkirina li raya giştî û nîşandana hestek berpirsiyariyê di vê dema dîrokî û hesas a herêm têre derbas dibe.
Her wiha rola rojnamevanan di dema borî de û hewildanên wan ên ji bo veguhestina rastiya jiyanê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , û hewildanên hem ji aliyê rayedarên berpirsiyar û hem jî ji aliyê rojnamevanan ve ji bo bilindkirina asta ragihandinê li herêmê hatin kirin, nirxand.
Û tekez kir ku ew ê bi rayedarên peywendîdar ên kar û barên ragihandin û rojnemevanan yên di rêveberiya xweser de li ser kêmasiyên ku di sektora ragihandinê de derdikevin nîqaş bikin, da ku ew kêmasiyên wan kêm bibin û rojnamevan bikaribin karê xwe bi tevahî bikin.
û Bersivên pirs û lêpirsînên rojnamevanan ji aliyê Daîreya Ragihandinê û Navenda Ragihandinê ya QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin dayîn, da ku astengî û zehmetiyên li pêşiya xebatê rojnamegeriyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bibin.

