Şandeyek ji Rêveberiya Xweser tev li şahiya derçûna 316 xwendekarê Zanîngeha Kobanê bû

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li şahiya bi boneya derçûna 316 xwendekarên ji hemû beşên zanîngehê, bû.

Şahî li lîsokgeha Şehîd Bawer Agir a bajarê Kobanê, hate lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd, cîgirê hevserokatiyê Hesen Koçer, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser ên Kantona Firatê, Zanîngeha Kobanê û bi hezaran şênî beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokatiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim, Xezne Îbrahîm, Hevserokê Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelîl Elî, cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivîn. Di axaftinan derçûna xwendekaran li wan û tevahî şêniyên herêmê hate pîrozkirin û tekezî li ser girîngiya derçûna nifşan ji zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wan di pêşxistina zanist û zanebûna akademîk li herêmê, hate kirin.

Paşê nasnameyên xwendekaran ji aliyê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê ve hate pêşkêşkirin û şahî bi stranan bidawî bû.

Tê zanîn ku ev beşa 4’emîn ku ji Zanîngeha Kobanê ji destpêka damezirandina wê ji 2017’an ve, derçû.