Klupa El-Şemal di lîgaya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya klupên Lîga Yekem a sala 2024-2025`an de bi ser ket

Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Nivîsgeha Lîstokên Komî îro klupa El-Şemal piştî ku asta yekem di lîgaya futbolê ya mêran de bidest xist, xelat kir. Ev yek bi merasîmekê li lîstokgeha El-Sedaqa ya navenda bajarê Reqayê, pêk hat.

Di merasîmê de Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê klupa El-Şemal xelat kir, xelata lîstikvanê lîgayê pêşkêşî lîstikvanê klupa El-Şemal Ramî El-Salih, baştirîn golparêz ji Yûsif El-Ebûd ê klupa El-Şemal ji bo pêşkêşkirina baştirîn pêkanîn di maçan de, pêşkêşî wan kir.

Xelat di hewayeke şahiyê de ku nûnerên Desteya Ciwanan û Werzîşê û Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî wê bibûn, xelat li hemû lîstikvan û rahênerên klupê hatin belavkirin.

Deh klupên ji bajar û kantonên cûda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî lîgayê bibûn. Hejmara puanên çar tîmên pêşîn wiha bû: Klupa El-Şemal bi 46 puanan di asta yekemîn de, Klupa Serdem bi 45 puanan di asta duyemîn de, Klupa Asayîşê bi 33 puanan di asta sêyemîn de û Klupa Serêkaniyê bi 24 puanan di asta çaremîn de bûn.