Rêveberiya Giştî ya Gumrikê dewreyek nû ya serbazên gumrikê dereçûn kir
- 12-11-2025
Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ‘bi amadebûna şandeyek ji Rêveberiya Xweser û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, dewreyeke perwerdwyê ji serbazên gumrikê re li dar xist.
Di merasîma dereçûna dewerdeyê de, li ser navê Rêveberiya Xweser, Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebd û li ser navê Rêveberiya Giştî ya Gumrikê Azad Yûsif Omer axivîn û Girîngiya dewreyên perwerdeyê di warê baştirkirina ast û perwerdekirina ji bo parastina tesîs û derbasgehan de tekez kirin û gotin ku divê perwerdekar tiştên ku di dewreyê de fêr bûne bicîh bînin.
Her wiha rêveberiya giştî a gumrikê mertal pêşkêşî malbata Ş. Baran girê sipî kir
Di Her wiha 34 endam tvlî dewreyê bûn , dewre 45 rojan dewam kir, beşdaran perwerdeya leşkerî û dersên siyasî û fikrî wergirtin, bi armanca bilindkirina asta dîsîplîn û amadebûnê di nav endamên serbazên gumrikê de.
Merasîma derçûnê bi toraneke leşkerî ji aliyê serbazan ve , û piştre jî koma mûzîkê ya Hêlîn cûdî stranên gelêrî pêşkêş kirin , bi dawî bû .

