Amadekariyên Komîteya Çandinî û Avdaniyê ji bo sala çandiniyê ya 2025-2026’an
- 13-11-2025
Hevserokê Komîteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Endezyar Ehmed Silêman got ku’ komîteyê bernameyek elektronîkî pêşxistiye da ku sala çandiniyê ya 2025-2026’an birêxistin bike, hemî yekîneyên berfirehkirina çandiniyê bi hev ve girêbide û karê cotkaran hêsan bike û erdên avdayî û baranê serjimar ,bike.
Silêman her wiha got ku’ ji bo sala niha planeke çandiniyê tê amadekirin, û ji %60 tevahiya rûbera avdayî û baranê ye ji bo çandina genim li ser erdên baranê hatiye pejirandin, û heta niha hejmara rêxistinên çandiniyê gihîştiye 636,000î.
Rûberên çandiniyê yên avdayî îsal gihîştin 3600000 donimî, lê deverên ku bi baranê av dane jî gihîştin 3800000 donimî.
Ehmed Silêman tekez kir ku siyaseta çandiniyê ya vê mehê hatiye guhertin, ji ber ku niha ji ber guherîna şert û mercên avhewayê, koma yekem a sotemeniya çandiniyê li ser cotkaran tê belavkirin.
Û destnîşan kir ku par hin deverên çandiniyê ji istismara giştî hatibûn derxistin, ji ber vê yekê komîteyê bi sotemeniyê piştgirî da cotkaran, ji ber ku heta niha mîqdarên mazotê yên ku ji cotkaran re hatine belavkirin gihîştine 18 milyon lître
Her wiha got ku komîte bernameyek elektronîkî ji bo serjimariya ajalan û jimara pez li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade dike, da ku stratejiyeke nû ji bo piştgiriya xwedîkerên ajalan, bidestxistina ewlekirina êm ji sewalan re pêş bixe.
Hevserokê Komîteya Çandinî, Avdaniyê di dawiya axaftina xwe de got ku komîteyê îsal bi tovên bi taybetmendiyên geşbûna asta bilind piştgirî da cotkaran, ji ber ku Saziya Giştî ya Zêdebûna Tovan 48,000 ton tov li seranserê kantonên herêmê belav kir, û belavkirina hîn berdewam dike.

