Li Kantona Firatê civînek ji bo rojnamevanan hate lidarxistin

Nivîsgeha Ragihandinê ya Kantona Firatê ji bo rojnamevanên di saziyên ragihandinê yên di kantonê de dixebitin civînek li dar xist.

Hevserokatiy Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bû.

Di civînê de rewşa xebata ragihandinê li herêmê û qanûna nû ya ragihandê ku ji aliyê Meclisa Gel ve hatiye erêkirin, hate nîqaş

Civîn li hola civînê ya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê ya li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm, cîgirên wî Zekeriya El-Hesen û Edhra El-Saado, Hevserokê Nivîsgeha Ragihandinêvya Kantona Firatê, Cumaa Mihemed, nûnerê Yekîtiya Ragihandina Azad li kantonê Mihemed Mistefa û komek rojnamevanên ji Kantona Firatê yên ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin , beşdarî civînê bûn.

Di destpêka civînê de, Hevserokê Dayîreya Ragihandinê Ciwan Mele Îbrahîm geşedanên siyasî yên li herêmê, bi taybetî danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya li Şamê de axivî.

Ciwan Mele Îbrahîm tekezî li ser rola girîng a rojnamevan di vê s
pêvajoya hestiyar de ku herêm têre derbas dibe, kir.

Paşê beşdaran rewşa niha ya xebatê ragihandinê li herêmê, zehmetiyên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin û guhertinên dawî yên qanûna ragihandinê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatine bicîhkirin, nîqaş kirin.

Piştî civînê, endamên Desteya Hevserokatiya Dayîreya Ragihandinê bi Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhan Hec Îsa û cîgirê wî, Kanîwar Îsmaîl re civiyan û pêşwaziya şandeyê kirin û rewşa herêmê, asta xebatê ragihandinê û rêbazên başkirin û pêşxistina wan ji bo pêkanîna daxwazên şert û mercên heyî nîqaş kirin.