Hunermend Xêro Ebas serdana Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

hunermend Xêro Ebas serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi armanca dîtina ezmûna rêveberiya xweser û mekanîzmayên saziyên wê.

Hunermend Xêro Ebas ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, Birêz Evîn Siwêd û Birêz Hisên Osman, li gel cîgirên wan, Birêz Terfa Osman û Birêz Hesen Koçer ve hat pêşwazî kirin

Herdu aliyan rewşa heyî ya li Sûriye û herêmê, pirsgirêkên ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re derbas dibe û rola hunerê di gihandina dengê gel û xurtkirina çandên tevna civakî de nîqaş kirin. Her wiha girîngiya parastina mîrateya hunerî wekî stûnek bingehîn û nasnameya neteweyî hate tekez kirin.

Hevserokatiyê her wiha raporek li ser avahiya rêveberiya xweser û mekanîzmayên xebata wê pêşkêş kir, û destnîşan kir ku prensîba temsîliyeta dadmend a hemû pêkhateyan û xebata bi rihê xebata tîmî û hevkariyê hatiye destnîşankirin, ji bilî şîrovekirina sîstema hevserokatiyê û rola wê di pêşvebirina prensîbên demokrasî û wekheviyê de.

Ji aliyê xwe ve, hunermend Xêro Ebas kêfxweşiya xwe ji serdana herêmê ji bo ezmûna siyasî û demokratîk a li herêmê anî ziman, û piştgiriya xwe ji bo nerîna avakirina civakek demokratîk a azad li ser bingeha edalet û azadiyê tekez kir.