37,hezar ton… pembû gihîşt navendên wergirtinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
- 19-11-2025
Mustefa Îbrahîm, hevserokê Saziya Giştî ya Pembû ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, got ku daxuyaniya rawestandina kirîna pembûyê ji ber beşdarbûna lawaz a cotkaran bo bazarê hat, ku ev yek bû sedema kêmbûna mîqdarên ku digihîjin navendên kirînê.
Îbrahîm hişyarî da cotkarên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê bazirganan ve neyên xapandin, û got ku heta Yekşema bê dem heye ku biçin yekîneyên pêşvebirina çandiniyê da ku sertîfîkayên eslê xwe bistînin û berhemên xwe radestî navendên saziya Pembû bikin.
Mîqdara pembûyê ku gihîşt navendên kirînê li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt 37,hezar ton û Saziya Giştî ya Pembûyê hîn jî nirxa fatûreyên kirîna berhemê dide cotkaran.

