Nivîsgeha Parastina Zarokan bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan şahiyek li Danîngeha Zarokan a Şehîd Sara li Reqayê li dar xist
- 19-11-2025
Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Cîhanî a Zarokan îro’ Çarşemê ji bo zarokên baxçe û Danîngeha Zarokan ya Şehîd Sara li bajarê Reqayê şahiyek, li dar xist.
Şandeyek ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbatên zarokan beşdarî şahiyê bûn.
Her wiha rêzek çalakiyên hunerî û şahiyê ji aliyê zarokên baxçeyê zarokan ve pêk hat, û zarokan her wiha performansek şanoyî pêşkêş kir ku mafê perwerdehiyê yê zarok temsîl dikir.
Şahî hin çalakiyên komî yên kêfxweşiya zarokan dihewîne ku bi coş beşdar bûn, û bi xelatkirina zarokan ji aliyê rêveberiya baxçe û danîngeha zarokan û beşdaran ve ,bi dawî bû.

