Desteya Ciwan û Werzîşê pêşxistina rewşa werzîşê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kir

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya asayî lidar xist. Civîn bi armanca pêşxistina rêbazên rewşa ciwan û werzîşê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate lidarxistin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Hesen Koçer, Hevserokatiya Ciwan û Werzîşê, Yekîtiya Werzîşê û desteyên ciwan û werzîşê yên kantonên herêmê, beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan destpêkê kir, paşê Hesen Koçer geşedan û pêşketinên dawî yên siyasî li herêmê û bandora wê li ser rewşa ciwan û werzîşê, nirxand.

Piştre hevserokên nivîsgehên desteyan raporên xwe yên mehane pêşkêş kir ku têde projeyên pêk anîne, zehmetiyên ku rastî çalakiyên werzîşê tên û pêwîstiyên pêşxistina derfetan û navendên werzîşê, hebûn.
Civîn bi hin encaman bidawî bû ew jî wiha ne: Avakirina komînên ciwanan, lidarxistina semînerên hişyarî ji bo sînordarkirina diyardeyên mîna belavbûna madeyên hişbir û zewaca temen biçûk.

Amadekariyên ji bo komxebata diyaloga ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya ciwanan ji hundir û derveyî welêt, lidarxistina festîvaleke werzîşê ya herêmî û hejmarek turnuvayan di nav de ne: Şampiyoniya Voleybolê ya mêran, Şampiyoniya Basketbolê ya mêran, Şampiyoniya Futbolê ya ciwanan û Şampiyoniya Futbolê ya jinan.

Beşdaran tekezî li ser girîngiya baştirkirina binesaziya werzîşê û misogerkirina berdewamiya çalakiyan di nava dibistan, zanîngehan û jiyana civakî de kirin bi awayekî ku piştgiriyê dide ciwanan û pêşxistina behreyên wan.

Di dawiya civînê de Desteya Ciwan û Werzîşê tekezî li ser pabendbûna xwe bi berdewamiya xebatên ji bo pêşxistina sektora wezîşê, derbaskirina zehmetiyên li pêşiya sazî û yekîtiyên werzîşê li herêmê, kir.