Kordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê semînerek derbarê tundiya li dijî jinê li dar xist
- 24-11-2025
Kordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro’ bi beşdariya xebatkarên deste, daîre û nivîsgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, semînerek berfireh derbarê tundiya li dijî jinê li dar xist.
Hevseroka Meclisa Rêveber, Birêz Evîn Siwêd, ligel cîgira seroka Desteya Jin, Sewsan El-Xelef, nirxandinek berfireh li ser rastiya jinan li herêmê pêşkêş kirin, û bal kişandin ser awayên herî berbiçav ên tundiya li dijî wan tê kirin, ji bilî nirxandina bername û plansaziyên Desteya Jin ji bo kêmkirina vê diyardeyê.
Di semînerê de, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser mekanîzmayên parastina jinan û hişyarkirina civakê pêşkêş kirin, û girîngiya xurtkirina hewldanên sazî û civakî ji bo pêşxistina planên pratîkî û berfireh bo têkoşîna li dijî hemû cureyên şîdeta li dijî jinan û hêzkirina wan di hemû astan de tekez kirin.

