3`emîn Festîvala Orkêş bidawî bû

Îro 3`emîn Festîvala Orkêş ku ji aliyê Desteya Çandê ya Cizîrê, Tevgera Mîzopotamiya ya Çandê û Tevgera Kevana Zêrîn ve bi dirûşmeya “Bi çanda komînal deng û awazên gelan vejîn dibe” hatibû lidarxistin, bidawî bû.

23 komên hunerî ji pêkhateyên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komên ji Başûrê Kurdistanê ji Zaxo, Silêmaniyê û Şengalê di nava 3 rojan de tev li festîvalê bibûn.

Beşdarbûneke gelêrî berfireh, nûnerên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, komên ji Şengalê tev li festîvalê bibûn. Festîval li hola Serdem a bajarê Hesekê, hate lidarxistin.

Di roja 3`emîn a dawî de komên beşdar stran pêkêş kir û spasiya wan hate kirin ku bal kişandin ser kultûra gelên herêmê, pirrengiya çandî û hunerî û hatin xelatkirin.