Meclisa Edaletê komeke nû ya dadweran ji Zanîngeha Rojava dereçûn kir
- 11-12-2025
Meclisa Edaletê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê merasîmek ji bo dereçûna koma 5’an a dadweran li dar xist.
Di merasîma bidawîkirinê de, Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hevserokatiya Meclisa Edaletê, her wiha nûnerên Dîwana Edaletê, Saziya Malbatên Şehîdan, Koordînasyona Zanîngehên Rojava, Yekîtiya Parêzeran û Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî amade bûn.
Dewre li Akademiya Edaletê ya Qamişloyê hat lidarxistin, û 45 dadwer û 40 endam ji dewreyên amadekariyê, di nav wan de xwendekarên Zanîngeha Rojava, û her wiha dadwerên ji dîwana edaletê yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dereçûn kirin
Di çalakiyê de, Hevseroka Meclisa Edaletê Rîma Berekat û Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdo, her wiha li ser navê xwendekarên zanîngehê Arîn Mihemed û li ser navê Yekîtiya Parêzeran axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de girîngiya perwerdehiyê û rola dadweran di parastina qanûnê û pêşxistina aramiya civakî de hate destnîşankirin, û ji dereçûnan re serkeftinên wan ên akademîk û pîşeyî pîrozkirin.
Çalakî bi dayîna bawernameyên ji dereçûnan re bi dawî bû, piştre hunermend Rojîn Hêz, Danîş Botan, Eymen Şakêr, di nav atmosfereke de ku tijî hestên serbilindî , çalakîyên hunerî pêşkêş kirin.

