Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreyek nû ya Efseran bidawî kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro’li Akademiya Şehîd Elî Melhem a li bajarê Mensûreyê dewreyeke nû ya efseran, ku bi navê şehîd Mistefa Îsa Mihemed , bi merasîmekê bidawî kir.

Di merasîma bidawîkirina dewreyan de, hevserokên Desteya Hundirîn Sozdar Şêxo û Elî Hico, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên Kombûna Jinan a Zenobiya û malbata şehîd Mistefa Îsa Mihemed amade bûn.

dewre 3’ê mehan dewam kir, û 47 efserên jin û mêr beşdarî bûn, û di dewreyê de dersên siyasî, qanûnî û leşkerî wergirtin ku li ser bilindkirina asta pîşeyî û dîsîplînê, da ku bikaribin pêdiviyên qonaxa niha bicîh bînin.

Di merasîma bidawîkirinê de, gelek axaftin hatin kirin, her wiha axaftina Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lîwa Elî El-Hesen ve, û Rêveberiya Giştî ya Fektolya û Dibistanan ji ku ji aliyê Ciwan Hiso ve û axaftina malbata şehîd ve hatin kirin.

Di axaftinan de girîngiya van dewreyan di avakirina saziyeke ewlehiyê ya dîsîplînkirî de ku bikaribe pirsgirêkan têk bibe û baweriya di navbera hêzên ewlehiyê û civakê de zêde bike, û rola perwerdehiya berdewam di pêşxistina asta xebata wan de, û her wiha tekez li ser berdewamiya têkoşîna şehîdan ji bo avakirina civakeke demokratîk û exlaqî ya ku bi edalet û wekheviyê tê rêvebirin, hate destnîşankirin.

Mersîm bi toraneke leşkerî ji aliyê efseran û radestkirina wêneya şehîd mistefa îsa mihemed ji malbata şehîd re , bi dawî bû .