Daxuyanî bi boneya Cejna Êzî
- 19-12-2025
Bi boneya Cejna Êzî (Cejna Rojiyê) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi germanî keç, xortên Civaka Êzidî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn, pîroz dike û ji wan re cejneke tijî xêr, aştî û aramiyê dixwazim.
Civaka Êzidî pêkhateyeke resen û kevnar ji tevna dîrokî û çandî ya herêma me ye û bi sedsalan e ku tevî hemleyên zulm, hewildanên tunekirinê û înkarkirina ku ji aliyê rejîm û hêzên zordar ve rastî wê hatin, girêdayî nirxên mirovî û parastina nasname û çanda xwe man. Tevî van hemûyan jî, Êzidiyan berxwedan û israra xwe ji bo parastina hebûn, rûmet û mîrateya şarestanî ya xwe domandin.
Bi vê boneya pîroz em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo parastina mafên civaka Êzidî, parastina azadiya wê ya olî û çandî û bilindkirina statuya wê wekî hevkarekî sereke di avakirina paşerojeke edalet û wekheviyê de, piştrast dikin.
Bi hêvî ne ku cejna Cejna Êzî bibe derfetek ji bo nûkirina hêviyê, belavkirina nirxên aştî û azadiyê û pêşxistina rihê biratî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku bingehên aramî û yekîtiya civakî xurt bike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
19`ê Kanûna 2025`an
