Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina asta xebatên ragihandinê dewreyek perwerdeyê vekir
- 20-12-2025
Daireya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi koordînasyona Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberî , îro Şemiyê dewreyeke perwerdeyê ji rojnemevanên ku di deste, nivîsgeh û saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin, vekir.
Armanca dewreyê ew e ku asta rojnamevanên di saziyên girêdayî rêveberiya xweser de pêş bixe, her wiha xebatên rojnamegeriyê bi awayekî bilind bike ku bibe alîkar ji bo baştirkirin û misogerkirina karê ragihandinê bi awayekî rêxistinkirî, û di asta herî bilind a kar de berdewam dike.
Ev dewre wekî beşek ji hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê, ji bo pêşxistina asta rojnemevanan û rêgirtina wan ji bo pêkanîna erkên xwe bi awayekî ku xizmeta karê saziyan bike.

