Meclisa Rêveber rewşa nûnertiya Rêveberiya Xweser li Şamê şopand

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd û Hisên Osman îro bi Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Şamê Dr, Ebdulkerîm Umer re û Endamê Desteya Rêveber a nûnertiyê birêz Reşad Hisên re civiya da ku mekanîzmeyên xebatê nûnertiyê û geşedanên rewşa heyî li Sûriyê û herêmê, nîqaş bikin.

Her du aliyan di hevdîtina xwe de rewşên Sûriyê bi giştî piştî hilweşandina reşma Baasî, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kirin. Her wiha behsa mekanîzmeya xebatê nûnertiyê û zehmetiyên ku rastî wê tên, hevdîtin û serdanên ku bi hêzên siyasî û niştîmanî re têne kirin, kirin. Ev yek jî di çarçoveya xebatên ku destekê dide avakirina Sûriyeke demokratîk dadwer ku mafên hemû pêkhateyan garante dike, hate kirin.

Her wiha di hevdîtinê de behsa zehmetiyên ku Sûriyê û herêm di pêvajoya heyî de derbas dibe, girîngiya peymana 10`ê Adarê, girîngiya xebatên ji bo biserxistina wê ku destekê dide yekîtiya Sûriyê û aramiya wê, kirin.

Di dawiyê de tekezî li ser girîngiya berfirehkirin û xurtkirina têkiliyan bi beş û hêzên din ên Sûriyê re, zelalkirina projeya Rêveberiya Xweser û xebatê ji bo yekkirina diyalog û nêrîna ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ku li gorî xwestek û hêviyên hemû pêkhate û beşên gelê Sûriyê be, hate kirin.